Viyan Dexîl: Divê em bi wan kesan re dadperwer bin ên ku bi rastî hejî lêborînê ne

Viyan Dexîl
Viyan Dexîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl dibêje, “Divê em bi wan kesan re dadperwer bin ên ku bi rastî hejî lêborînê ne.”

Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl îro (Yekşem, 01.12.2024) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Çareseriya mînakî ji bo qanûna lêborîna giştî û ya taybetî, li jêr ronahiya wê rewşa nexwastî ya ku li deverê heye, herwesa ji bo parastina ewlehiya Îraqê, dengdan li ser qanûna lêborînê ji bilî benda terorê bi rê ve diçe.”

Viyan Dexîl herwesa got, “Pêkanîna lijneyeke taybetmend ku ji dadwerên taybetmend pêk hatibe, ji bo pêdaçûnê di doza wan kesan de yên ku bi tawana terorê hatine sizadan, bi awayekî diyarkirî jî yên ku lêborîna wan li ser ewlehiya welatî dibe metirsî jî giring e, ji bo ku lêborîn wan venegire, ji bo ku em bi wan kesan re dadperwer bin ên ku hejî lêborînê ne, bi qurbaniyan re jî dadperwer bin.”