Komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê daxwazê ji HSDê dikin ji Helebê derkeve

Navenda Nûçeyan (K24) - Komên Çekdar ên opozisyona Sûriyeyê amadebûna xwe ji bo dabînkirina korîdoreke biselamet ji bo hêzên HSDê diyar kir, ku ji bajarê Helebê derkevin.

Pişka Operasyonên Hevpar ên Komên Çekdar ên Opozisyona Sûriyeyê îro (Yekşem, 01.12.2024) di ragehandinekê de daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) kir ku xwe ji Helebê vekêşin, li beranberî wê yekê jî amadebûna xwe ji bo dabînkirina korîdoreke biselamet ji bo hêzên HSDê diyar kir ku ji wî bajarî derkevin.

Operasyonên Hevpar ên Komên Çekdar di wê ragehandinê de ew yek jî pişrast kir ku, Kurdên Sûriyeyê pareke veneqetiyayî ya civaka Sûriyeyê ne. Herwesa pabendbûna parastina welatiyên Kurd ên sivîl li taxa Şêx Meqsûdê û deverên din ên wî bajarî û gerentîkirina mafên wan û dabînkirina jiyaneke hejî ji wan re tekez kir.

Hêzên Opozisyona Sûriyeyê piştî nîvroya pêr (În, 29.11.2024) çûne nav parêzgeha Helebê û ew û artêşa Sûriyeyê rûbirûyî hev bûn, di encamê de pareke taxên wê parêzgehê û deverên derdora wê kontirol kirin.