Li Diyarbekirê Bijişkên Malbatî 5 rojan dest ji kar berdidin

Diyarbekir (K24) – Bijişkên Navenda Tenduristiya Malbatî li Diyarbekirê ragihandin ku di navbera 2-6ê berfanbarê de dest ji kar berdidin. Sedem jî ew e ku bi sererastkirina dawî ya yasaya qada tendirustiyê hem tendirustî dibe qada bazirganiyê, hem barê bijişkan giran dibe, hem jî bijişk nikarin bi awayeke azad dermanan bo nexweşan binivîsin.

Li gorî yasaya hatî sererastkirin a tendirustiyê li Tirkiyeyê êdî dema ku nexweş bêyî ku biçin bijişkê malbatî rasterast biçin nexweşxaneyên dewletê dê pere bidin, dê raportên wek moleta ajokariyê bi pere werin dayîn, ji bo kesên biyanî dê xizmetên tendirustiyê bi pere bin. Li ser vê yekê jî bo paşvekêşana xalên nu yên yasaya tendirustiyê bijişkên malbatî biryar dan ku navbera 2-6ê berfanbarê de dest ji kar berdin. Bijişkan li Diyarbekirê ber Gerînendehiya Tendirustiyê daxuyaniyek hevpar dan û dest bi çalakiya 5 rojan kirin û amaje kirin nabe ku pere bikeve navbera bijişk û nexweşan.

Serokê Jûra Bijişkên Diyarbekirê Veysî Ulgen ji K24ê re got: “Em di qada xizmeta tendirustiya gel de kar dikin, em naxazin pere bikeve navbera me û nexweşdan de, em naxwazin pere ji gel bistînin, em naxwazin raportan bi pere bidin, dixwazin me bi aboriyê bitirsînin, em dibêjin ev şaş e.”

Di yasaya ku rastî bertekan hatî de derbarê nivîsîna dermanan û barê bijişkan de jî bijişk dibêjin ji ber ku ew neçar in dermankirina bi hezaran nexweşan bikin ev yek dibe asteng ku ximzetek baş bidin. Li gorî yasayê divê bijişk heftane herî kêm 40 demjimêran kar bikin

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkeya Hekîman Haçim Îzol dibêje: “Em naxwazin dema ku em dermanan bo nexweşan dinivîsin  destwerdanê li me bikin, her wiha barê her bijişkeke malbatî ye ku li 4 hezar nexweşan binihêre lê divê ev yek dakeve 2 hezar û 700  kesan.”

Bijişk dibêjin divê tendirustî nebe qada bazirganiyê û her wiha rê li ber bertîla nava qada tendirustiyê were girtin.