Pentagon: Êrîşa hêzên Amerîkayê li Dêrazorê peywendî bi opozisyonê ve nebû
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî Pentagonê ragehand, “Şeva borî hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê êrîşek ji bo bergirîkirina ji xwe li devera Dêrazorê kiriye”, bê ku armanca wê êrîşê eşkere bike.
Wî berpirsê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) bi wî şertî ku navê wî neyê eşkerekirin ji medyaya Hureyê re got, “Wê êrîşa hêzên Amerîkayê peywendî bi pêşveçûnên niha yên hêzên opozisyona Sûriyeyê ve nîne, ku li Sûriyeyê li dijî hêzên Rijêma Esed dikin.”
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder “daxwaz ji aliyên şerker ên Sûriyeyê kir ku, aloziyên Sûriyeyê kêm bikin.”
Pat Ryder di konferanseke rojnamevanî de tekez li ser wê yekê kir ku, “Amerîkayê çi peywendiyek bi wan tiştan re nîne yên ku li Sûriyeyê diqewimin”. Amaje bi wê yekê jî da ku, “hêzên Amerîkayê li deverê keftine ber êrîşa moşekî, lê çi zirareke canî jê peyda nebûye.”