Amerîka: Me hejmareke tankan û sekoyên avêtina moşekan li Sûriyeyê pûç kirin

Hejmareke balafirên şerî yên Amerîkayê (Wêne: CENTCOM)
Hejmareke balafirên şerî yên Amerîkayê (Wêne: CENTCOM)

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) pûçkirina hejmareke “gef”ên nêzî rûbarê Firatî li Sûriyeyê ragehand.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 04.12.2024) di ragehandinekê de amaje da ku, hêzên wan bi awayekî serkeftî hejmareke çekan û sîstema moşekî ku “çavkaniyên gefan bûn” li nêzî rûbarê Firatî li Sûriyeyê pûç kirin.

Li dû wê ragehandinê, ew keristeyên hatine pêçkirin ev bûn; hejmareke sekoyên avêtina moşekan, tankên T64 û hejmareke zirîpoşan. CENTCOMê ron jî kir ku, êrîşa wan “bergirî-ji-xwe-kirin bû, ji ber ku gef li ser Hevpeymaniya Navdewletî li deverê hebû.”

CENTCOMê tekez jî kir ku erkê Hevepymaniya Navdewletî li Sûriyeyê “neguher” e û li ser pûçkirina bi temamî ya DAIŞê rijd in; herwesa alîkariyên wan ji bo hevparên wan li Sûriyeyê peywendî bi rûdanên vê dawiyê yên wî welatî re nîne, ku li bakurê Sûriyeyê rû didin.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê tekez jî kir ku, ew dê li ser peywendî û lidûçpnê ji bo rewşa niha ya Sûriyeyê berdewam bin.