Wezîrê Derve yê Îranê serdana Îraqê dike
Rewşa Sûriyeyê yek ji mijarên danûstandinên Êraqçî bi berpirsên Îraqê re ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê serdana Bexdayê dike û rewşa Sûriyeyê jî dê yek ji mijarên danûstandinên navbera wî û berpirsên Îraqê be.
Di berdewamiya serdanên wî yên deverê de piştî Sûriye û Tirkiyeyê, biryar e Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî dusibe (În, 06.12.2024) serdana Bexdayê jî bike û li ser şer û pêşhatên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi berpirsên Îraqê re danûstandinan bike.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan a Îranî parve kiriye, “Êraqçî dê di serdana xwe ya Bexdayê de bi taybetî danûstandinan li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê bike, ji ber ku di serdana xwe ya Dîmeşqê de bi awayekî rasterast danûstandin bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re kirine.”
Êraqçî li Dîmeşq û Enqereyê tekez li ser piştevaniya berdewam a Komara Îslamî ya Îranê ji bo rijêm û xelkê Sûriyeyê di berhingarbûna kom û çekdarên opozisyona Sûriyeyê de kiriye, ev jî wekî pareke stratejiya parastina seqamgirî û ewlehiya deverê û Rojhilata Navîn wesifand.
Navbirî di serdana xwe ya Enqereyê de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya û di konferanseke hevpar a rojnamevanî de ragehand ku, serdana wî ji bo şêwirmendiya li ser pirsên deverê ye û xasma jî şer û pêkdadanên Sûriyeyê.
Wezîrê Derve yê Îranê herwesa ragehandibû ku, gelek ji arêşeyên deverê ji ber desttêwerdanên Amerîka û Israîlê ne û xasma jî ya ku niha li Sûriyeyê heye, vegeriyana teroristan ewlehiya wî welatî xistiye bin metirsiyê û berdewambûna wan ewlehiya welatên cîranên Sûriyeyê jî dike di rewşeke nexwastî de.