Rewangeha Sûriyeyî ji K24ê re: Hêzên opozisyonê tawanên şerî li bernaberî Kurdên Helebê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Hêzên opozisyonê tawanên şerî li bernaberî Kurdên Helebê dikin.
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman li roja Şemiyê, 30.11.2024, tevlî boltena seet 01:00 ya K24ê bû û amaje da, “Hejmareke çekdarên girêdayî hêzên opozisyona Sûriyeyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike li Helebê tawanên şerî li beranberî welatiyên Kurd dike.”
Ramî Ebdirehman herwesa ragehand, “Divê hêzek berigiriyê ji her du taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) bike ji ber ku hêzên opozisyonê xelkê wan her du taxan naparêzin, belkî her roj wan eşkence didin.”
Navbirî amaje jî da, “Şeva borî Desteya Tehrîrî Şamê û alîgirên wê bizav kir ku ji bo nav bajarê Hemayê pêş ve biçin, lê artêşa Sûriyeyê bi alîkariya balafirên şerî karî rêyê li wê pêşveçûnê bigire û bi dûratiya 15 kîlometran hêzên opozisyonê ji wî bajarî dûr bixe.”
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan eşkere jî kir, “Artêşa Sûriyeyê amadekariyan dike ku êrîşên berevajî bike ser hêzên opozisyonê û mimkin e di her demekê de ew êrîş dest pê bikin.” Herwesa got, “Ji destpêka serhildana wî şerî ve, 650 kes ji hêzên opozisyonê, artêşa Sûriyeyê û welatiyên sivîl hatine kuştin.”