Greva bijîşkên malbatê yên Diyarbekirê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Bijîşkên malbatê ên Dîyarbekirê di roja 2emîn a rawestandina kar a 5 rojan a ji bo rakirina Peymana Bijîşkên Malbatê û rêziknameyê de hatibû destpêkirin li Diyarbekirê daxuyanî dan û meş pek anîn.

Bijîşken malbatê li Qada Şêx Seîd ya Dîyarbekir kom bûn û daxuyanî da çapemeniyê. Platforma Tenduristiyê ya Dîyarbekirê ku ji sendîkayên tenduristiyê û Jura bijîşken Dîyarbekirê pêk tê, bi rawestana kar a di navbera 2-6'ê Kanûnê de dabûn destpêkirin, li Qada Şêx Seîd bi daxuyanîya çapemenîyê peymana tiba malbatê û rêziknameya pereyan protesto kirin. 

Serokê Jura Bijîşka ya Dîyabekirê Veysî Ulgen ji K24ê re got: “Ne tenê ji bo aborîyê em grev dikin, ji bo rêzdarîya pîşe yê me, rêzdarîya bijîşktîyê  û ji bûna mafên tendurîstîya gel e. Ev rêbazê ku derketîye em dibejin bira biguherînin. Û bira pêşnîyaziya me û fikren me jî bigrin.”

Kom piştre heta qada Mizgefta Mezin meşîyan û hişyarî da ku pirsgirêkên di derbarê mafên şexsî û şert û mercên xebatê yên xebatkarên tendurîstîyê dê bi rêziknameya nû zêdetir bibin û gotin ku Wezareta Tenduristiyê nexweş û xebatkarên tenduristiyê dixe hemberî hev. Ger di qanûnên der barê bijîjkên malbatê de guhertin neyên kirin, wê rawestana karê me bidome.

Serokê Sendîkaya Deng ya Şaxa Dîyarbekirê Mehmet Nur Ulus dibêje: “Me gotina xwe got; heya ev rêzikname neguherînin emê tekoşîn û çalakîyên xwe berdewam bikin. Dûr ve emê ne bi roja, emê heta deme kî ne dîyar dest ji kar berdin.”

Bijîşkên malbatê yên Tirkîyê duh cara duyem ji bo şert û mercên kar êngiran dest ji kar berdan. İro jî li qada Şêx Seîd ya Dîyarbekirê, bijîşkên malbatê yên Dîyarbekirê û Sendîkayên tendurîstîyên yên Dîyarbekirê civîyan û meşêk lidar xistin. Gotin ku heya pirsgirekên me ji holê ranebin emê çalakîyên xwe berdewam bikin.