Çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê bajarê Hamayê ji sê aliyan ve dorpêç kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê bajarê Hamayê ji sê aliyan ve dorpêç kirine.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Miovan belav kir, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê bi qasî sê-çar kîlometran dûrî dergehê bajar in, ku şer û pevçûnên dijwar di navbera çekdaran û artêşa Sûriyeyê de berdewam in.
Diyar kir jî, Heyet Tehrîr El-Şam karî rêya Reqa-Hemayê û rêya Heleb-Hemayê qut bikin û gundên Şêx Hilal, El-San û Surûc li gundewarê rojhilatê Hemayê kontrol bikin.
Diyar kir jî, şer û pevçûnên giran di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û hêzên rêjîmê de li gundewarê rojhilatê Hemayê derketin, ku di encamê de 9 leşker hatin kuştin û yên din jî ji ber bi bajarê Humsê ve reviyan.
Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê piştî kontrolkirina bajarê Helebê, di çend rojên borî de, çend gund û bajarokên gundewarê bakurê Hemayê kontrol kiribûn.
Bajarê Hemayê li navenda Sûriyeyê li ser çemê Asî ye û 213 k.m li bakurê Şamê ye. Hema ji aliyê rûniştvanan ve piştî Şam, Heleb û Humsê di rêza çaremîn de ye. Di sala 1982 de, Îxwan Mislimîn li Hemayê dijî desthilata Beis derketin, artêşa Sûriyeyê jî ket Hemayê û zêdetir ji 30 hezar rûniştvanên bajêr hatin kuştin.