Sibe Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser rewşa Îraqê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser rewşa Îraqê û dawî pêşhatên wê dicive.

Şandiyê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê UNAMI îro (Pêncşem, 05.12.2024) li ser tora civakî ya Xê parve kiriye, sibe (În, 06.12.2024) seet 06:00 ê êvarê bi dema Bexdayê Civata Ewlehiyê ya Navdewletî rûnirştina xwe li ser rewşa Îraqê û dawî pêşhatan li wan welatan bi rê ve dibe.

Tê çaverêkirin ku Şandiyê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Îraqê UNAMI Mihemed Hesan di wê civînê de gotarekê li ser pêşhatên Îraqê û UNAMI li wî welatî pêşkêş bike.

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres li Tîrmeha 2024ê Mihemed Hesan li şûna Jeanine Hennis-Plasschaert kir şandiyê xwe yê taybet li Îraqê.