Beşar Esed daxwaza alîkariyê ji Îraqê dike
Ji ber daxwaziyên Esed duberekî keftiye navbera hêzên Şîeyên Îraqê
Navenda Nûçeyan (K24) - Raportên rojnamevanî eşkere dikin ku, daxwaziyeke Sûriyeyê ji bo desttêwerdana serbazî an jî şandina çekê taybet ji bo Sûriyeyê, ji bo rawestandina pêşveçûna komên çekdar gehiştiye Îraqê, li Hevpeymaniya Îdareya Dewletê jî danûstandin li ser wê yekê hatine kirin û duberekiyên siyasî jê peyda bûne.
Rojnameya Erebî Cedîdê ji zarê sê çavkaniyên haydar ên Îraqê parve kiriye, “Serokê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaza piştevaniyê ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye ku, di rûbirûbûna hêzên opozisyona Sûriyeyê de alîkariya wê bike, ku li ser kontirolkirina bajar û bajarkên wî welatî berdewam in.”
Yek ji wan çavkaniyan ku li Wezareta Derve ya Îraqê berpirs e eşkere kiriye, “Beşar Esed daxwaza piştevaniya rasterast ji Îraqê kiriye, ji bo ku bajarên din nekevin bin destê çekdarên opozisyonê.”
Amaje jî daye, ew daxwaza Beşar Esed di dema peywendiya tilefonî ya navbera wî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de bûye, ku li roja Şemiya borî danûstandin kirine.
Li dû gotina wî berpirsê Wezareta Derve ya Îraqê, “Esed daxwaza piştevaniya serbazî ya rasterast ji Hikûmeta Îraqê kiriye, bê ku awayê piştevaniyê diyar bike, lê ya ku fêm kiriye ew e ku daxwaza çekekî diyarkirî ji bo rawestandina pêşveçûnên çekdarên opozisyonê kiriye.”
Çavkaniyeke din ku endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê ye ragehand, “Duberekiyeke tund li ser piştevanîkirina Rijêma Sûriyeyê di navbera serkirdeyên siyasî yên Şîeyan de peyda bûye.”
Wê çavkaniyê herwesa got, “Tayeke Şîeyan ji bo piştevanîkirina li Rijêma Sûriyeyê givaştinê dike û tayekê din jî wesa difikire ku piştevanîkirina Sûriyeyê mimkin e Îraqê rûbirûyî siza û helwestên navdewletî bike.”
Çavkaniya jêgotî eşkere jî kir, “Hikûmet û hêzên Şîeyan ên çekdar li Îraqê biryar ji bo wan komên çekdar hêlaye yên ku, hez dikin ji bo şer û piştevanîkirina Rijêma Sûriyeyê biçin.”