Wezîrên Derve yên Tirkiye, Îran û Rûsyayê danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Tirkiyeyê tekezê dike, “Wezîrên Derve yên Tirkiye, Îran û Rûsyayê di çarçoveya Korbenda Dewheyê de danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê dikin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê îro (În, 06.12.2024) ragehand, “Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî sibe (Şemî, 07.12.2024) di çarçoveya Korbenda Dewheyê de li paytexta Qeterê dicivin û danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê û pêşhatên wê yên ewlehiyê dikin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê amaje da wê yekê jî ku, ew civîn dê li dû formê lihevkirina Astaneyê ya navbera her sê welatan be, ji bo çarekirina pirsa siyasî ya Sûriyeyê.
Lihevkirina Astaneyê li sala 2017ê û bi serperiştiya Rûsya, Tikriye û Îranê pêxemetî çareya siyasî ji bo arêşeyên siyasî yên Sûriyeyê hat destpêkirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li roja Şemiyê (30.11.2024) ragehandinek parve kir û tê de amaje da, “Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya peywendiyeke tilefonî danûstandin li ser rewşa Sûriye û lihevkirinên Astaneyê kirin.”
Hakan Fîdan her wê rojê ragehand ku, welatê wî keftiye nîva şer û hevrikiyên deverê, di eynî demê de li vê devera cografî ya lerizok zêdetir rola xwe pêxemetî dabînkirina aştî û seqamgiriyê dibîne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekez jî kir ku, welatê wî tevlî hevrikî û aloziyên nû yên Sûriyeyê nebûye lê di eynî demê de pêngavên pêdivî û zêde di vî warî de diavêje.