Serok Barzanî: Bûyerên li Sûriyeyê bandoreke rasterast li ser çarenivîsa siyasî ya Sûriye û navçeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser rewşa niha ya Sûriyeyê belav kir û tê de got: “Em hêvîdar in ku pêşhat û guhertinên li Sûriyeyê, di encamê de bibin sedem ku diyalog û têgihiştin bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Peyama Serok Barzanî:

“Em bi giringiyeke mezin bûyer û guhartinên vê dawiyê yên li Sûriyeyê dişopînin, ji ber ku ev pêşhat bandoreke rasterast li ser çarenivîsa siyasî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê û herêma me bi giştî dike.

Em hêvîdar in ku pêşhat û guhertinên li Sûriyeyê, di encamê de bibin sedem ku diyalog û têgihiştin bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nebe encam ku nakokî û pirsgirêkên neteweyî û mezhebî di nav pêkhateyên Sûriyeyê de kûrtir bike.

Her wiha em hêvîdar in ku alî bi awayekî aştiyane bigihin rêkeftinekê ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê, pêkvejiyan, aştî û aramiyê de be.”