Grûpên opozisyonê: Dawiya serdema tarî û destpêka serdemeke nû radigihînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdarên opozisyonê ragihandin, Serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed “reviya” û Şama Paytext ji destê wî derket.

Grûpên çekdarên opozisyonê di daxuyaniyekê got: “Piştî 50 salî ji zilm û zordariya di bin desthilata Beis de û 13 salan ji tawan, zulm û koçberî û piştî têkoşînek dirêj û rûbirûbûna bi her cure hêzên dagirker re, em îro 8-12-2024an dawiya vê serdema tarî û destpêka serdemek nû ji bo Sûriyeyê radigihînin.”

Herwiha got jî: “Di Sûriyeya nû de, her kes dê di nav aştiyê de bi hev re bijî, dadmendî serdest e û dadwerî pêk tê, ku her Sûriyeyiyek tê de xwedî rûmet e û dê bê parastin. Em rûpela paşeroja tarî diqulibînin û asoyeke nû ji pêşerojê re vedikin.”

Ragihandina rûxandina rejîma Beşar Esed, çend demjimêran piştî wê tê ku komên opozîsyonê ketin Şamê, Paytexta Sûriyeyê û hêzên ewlekariyê û artêşê jî vekişiyan.

Rêberê Heyet Tehrîr El-Şam Ehmed El-Şeraa (Ebû Mihemed El-Colanî) ku pêşengiya êrîşa berfireh a grûpên çekdar li Sûriyeyê dike, îro bang li çekdarên xwe kir ku nêzîkî saziyên giştî nebin û tekez kir ku ew ê di bin çavdêriya serokwezîrê berê Mihemed Xazî El-Celalî de bimînin heta ku ew “bi awayekî fermî werin radestkirin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî El-Celalî got, ew li mala xwe dimîne û ew amade ye bi her serkirdayetiyekê ku gelê Sûriyeyê bixwaze re hevkariyê bikin û emê hemû dosyayên hikûmetê veguhêzin wê.”

Herwiha got: “Hêvîdar im ku her kes bi aqilane birame. Em destê xwe dirêjî opozîsyona ku destê xwe dirêjî kirine jî dikin û tekez kirin ku ew ê êrîşî tu kesên vî welatê Sûriyeyê nekin.”