Pentagon: Hêzên me ji bo rêgirtina li vegera DAIŞê li Sûriyeyê dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Pentagonê dibêje: “Hêzên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê dimînin, ta ku çekdarên DAIŞê venegerin.”

Wî berpirsê Pentagonê îro 8ê Berçile got: “Em bi hevkarên xwe yên xwecihî re, şêwirê li ser pêwîstiyên wan ên ewlekarî dikin. Hebûna me li rojhilatê Sûriyeyê ti pêwendiya wê bi aliyên din ên şer re nîne.”

Tekez kir jî: “Em ê berdewam bin li ser wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina hêzên xwe û rêgirtina li vegera DAIŞê.”

Çekdarên opozisyona Sûriyeyê îro bi danê sibê re ketin Şamê û koşka serokatiyê kontrol kirin û dawî li rêjîma Beşar Esed anîn.

Rojnameyan piştrast kirin ku Beşar Esed bi firokeyekê ber bi cihekî nediyar ve firiye, ku li asmanê Humsê ji radarê winda bûye.