Rûsya: Esed piştî danûstandinên bi hêzên opozîsyonê re desthilat radestî wan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed piştî danûstandinên ligel hêzên opozîsyonê, desthilata xwe radestî kiriye û ji welat derketiye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, ew bi hêzên opozîsyona Sûriyeyê re di pêwendiyê de ne û daxwaz kir ku rêz li nêrînên hemû pêkhate û olan re were girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rûsya piştgiriyê dide xebatên ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh li gorî biryara navdewletî 2254, ku ji aliyê Encûmena Asayişa Neteweyên Yekgirtî ve bi yekdengî hatiye pejirandin.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, “Bergehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê di amadebaşiyê de ne û ti metirsiyeke cidî li ser ewlehiya wan nîne.”

Ev yek piştî wê tê, hêzên çekdarên opozîsyonê îro 8ê Berçile derbasî nava Şamê bûn û dawî li ser desthilatiya rêjîma Beşar Esed anîn.

Derbarê çarenivîsa Beşar Esed de jî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Esed bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Şamê ji Sûriyeyê derket, berî ku artêş û hêzên ewlehiyê ji firokxaneyê vekişin.