Banka Navendî ya Sûriyeyê hat talankirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê îro (Yekşem, 08.12.2024) karî Dîmeşqê kontirol bikin û Beşar Esed neçarî revînê bikin, ku ev 24 sal in desthilat di destê wî de bû.
Piştî kontirolkirina Dîmeşqê, hejmareke welatiyên Sûriyeyê Banka Navendî ya Sûriyeyê şkand û bi ferdeyan pere ji bankê derxistin û talan kirin.