Netanyahu: Keftina Rijêma Esed rojeke dîrokî bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Yekşem, 08.12.2024) li cihekî nêzî sinorê Sûriyeyê di vîdyoyekê de ragehand, “Keftina Rijêma Esed ji encamê êrîşên Israîlê bo ser Hizbulah û Îranê bû.”
Benjamin Netanyahu amaje jî da, “Keftina Rijêma Esed rojeke dîrokî bû, lêdana li Îranê jî bû.”
Hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê îro (Yekşem, 08.12.2024) karî Dîmeşqê kontirol bikin û Beşar Esed neçarî revînê bikin, ku ev 24 sal in desthilat di destê wî de bû.