Îran: Divê xelkê Sûriyeyê bi xwe biryarê li ser paşeroja welatê xwe bide

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê dibêje, “Divê çarenivîsa Sûriyeyê ji aliyê xelkê wî welatî ve û bê desttêwerdanên derekî bê diyarkirin.”

Wezareta Derve ya Îranê îro (Yekşem, 08.12.2024) di ragehandinekê de, wekî amajedan bi wê yekê ku rêz li yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê bê girtin, tekez kir ku divê xelkê Sûriyeyê bi xwe biryarê li ser paşeroja welatê xwe bide.

Wezareta navbirî bal kêşa ser wê yekê jî ku, divê bi lez pêkdadanên serbazî bên rawestandin û rê li kiryarên teroristî bê girtin û danûstandinên niştîmanî bi tevlîbûna hemî aliyan bên kirin.

Çavkaniya jêgotî herwesa tekez jî kir ku, divê hikûmeteke bingeh-fireh bê pêkanîn ku nûnera hemî xelkê Sûriyeyê be.

Di wê ragehandinê de herwesa amaje hatiye dan ku, Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya bicihanîna biryarnameya 2254ê ya Civata Ewlehiyê dike û dê bi merema binecihbûna tevgera siyasî li Sûriyeyê û alîkariya avaker bi Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî re jî hebe.