Neteweyên Yekgirtî: Niha bo çêkirina seqamgiriyê li Sûriyeyê baştirîn dem e
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandiyê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyî dibêje, “Niha ji bo çêkirina seqamgiriyeke serkeftî li Sûriyeyê baştirîn dem e.”
Şandiyê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyî îro (Yekşem, 08.12.2024) di konferanseke rojnamevanî de li Dewheyê got ku, heta niha tevlîbûna Tehrîr Şamê wekî rêkxistineke teroristî hesibandiye û nûnerîtiya qebxwaziyekê dike ku heta niha jî di berdewamiyê de ye.
Şandiyê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyî daxwaz kir ku, bi hemî awayan xwînrêtin nemîne û aramî ji bo Sûriyeyê vegere.
Şandiyê navbirî daxwaz ji tevaya aliyan jî kir ku, pabendî qanûnê bin û dezgehên giştî biparêzin. Herwesa got, “Mimkin e di her deqîqeyeke bê de rewşa Sûriyeyê bê guhertin.” Tekez jî kir, “Divê danûstandinên bi lez li Cinêvê bên kirin.”
Di bersiva wê yekê de ku Beşar Esed berî serê sibeha îro ji Sûriyeyê derkeftiye, eşkere kir ku çi zanyar li ser wê yekê nînin.
Hêzên opozisyona Sûriyeyê serê sibeha îro (Yekşem, 08.12.2024) çûn nav Dîmeşqê û desthilata 24 salî ya Rijêma Esed bidawî anî û heta niha jî çarenivîsa Esed diyar nîne.