Li dawiyê cihê Beşar Esed eşkere bû
Rûsya mafê penaberiyê bi Esed û malbata wî daye
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) eşkere kir, Serokê Sûriyeyê yê reviyayî Beşar Esed û endamên malbata wî gehiştine Moskoyê û mafê penaberîtiyê pê hatiye dan.
Ajansa TASSê ya Rûsyayî ji zarê çavkaniyeke Koçka Spî (Kremlin) eşkere kir, “Beşar Esed û tevaya endamên malbata wî gehiştine Rûsyayê û bi sedema mirovahiyê mafê penaberîtiyê bi Esed û malbata wî hat dan.”
Pêştir jî Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehandibû, Serokê Sûriyeyê yê Berê Beşar Esed destê xwe ji postê xwe berda, û ji bo ku bi awayekî aştiyane desthilatê bide dest, ji welatê xwe derkeftiye.