Rewangeha Sûriyeyî: Ciwanek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gundên bakurê Derayê, bombeyek bi çend ciwanan ve diteqe û di encamê de, ciwanek tê kuştin û sê kesên din jî birîndar dibin.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Duşem, 09.12.2024) ragehand, “Li bajarkê Kifir Şemsê, li gundên bakurê Derayê, çend ciwan di bombeyekê xebitîne. Di encamê de ew bombe teqiye, ciwanek hatiye kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne.”
Di rewşa keftina Rijêma Esed û enaman qanûnê de, çekekî zêde keftiye destê xelkî û bûye sedema gêleşok û aloziyan.
Beşar Esed li serê sibeha duhî (Yekşem, 08.12.2024) bi balafirê ji welatê xwe derkeft. Nûçeya revîna Beşar Esed ji aliyê Ajansa Nûçeyan a France Pressê ve hat parvekirin ku, bi balafirê reviye û ji Dîmeşqê derkeftiye.