Kurdistan24 derbasî nava televîzyon û radyoya fermî ya Sûriyeyê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 wek yekemîn saziya medyayî li Kurdistanê derbasî nava televîzyon û radyoya fermî ya Sûriyeyê dibe, ku xizmeta siyaseta rêjîma Beşar Esed dikir. Niha ew televîzyon û radyo ketine destê opozîsyona Sûriyeyê û dê di rojên pêş de dest bi weşana xwe ya asayî bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Enwer Ebdulletîf li Şamê derbasî nava televizyon û radyoya fermî ya Sûriyeyê bû ku piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, ket destê opozîsyona Sûriyê. Niha amadekarî tên kirin ku ev sazî di rojên pêş de dest bi weşanên xwe bikin.

Karmendekî telefizyonê ji Kurdistan24ê re got: “Emê di demeke nêzîk de dest bi weşanê bikin.”

Aliyên opozisyona Sûriyeyê duhî 8ê Berçile di daxuyaniyeke kurt de ku li ser televizyona dewletê hat weşandin, “rizgarkirina bajarê Şamê û rûxandina rêjîma Beşar Esed” ragihand, piştî ku hêzên wan ên çekdar derbasî Şamê bûn.