Artêşa Îsraîlê 30 kîlometreyan dûrî Şamê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Du jêderên ewlekarî yên herêmê û jêderekî ewlekarî yê Sûrî ji “Reuters” re got “Artêşa Îsraîlê 25 kîlometran ji aliyê başûrê rojava ve, ji Şama Paytext nêzîk bûye.”

Îsraîlê duhî 9ê Berçile gotibû, “di dema ku grûpên çekdaran li Sûriyeyê bilez bi pêş de diçin, leşkerên Îsraîlê ketine herêma tampon ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve tê parastin, ji bo alîkarîya aştîparêzan bike û êrîşên li ser wê herêmê bişkînin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî got, wî ferman daye artêşa Israîlî ku herêma tampon ya bêçekkirî li ser sînorê bi Sûriyê re kontrol bikin, piştî hilweşandina rêjîma Beşar Esed li Şamê.

Netanyahu got: “Peymana veqetandinê ya 50 salî ya di navbera her du welatan de, têk çû û hêzên Sûrî çeperên xwe berdane.”

Peymana veqetandinê di navbera Îsraîl û Sûriyê de, di 31ê Gulana 1974an de piştî Şerê Cotmehê, ji bo bidawîkirina pevçûnên li eniya Sûriyeyê hatibû îmzekirin.

Herwiha Netanyahu got: “Min duh ferman da hêzên Îsraîlî ku herêma tampon û çeperên fermandariyê yên nêzîk desteser bikin. Em rê nadin ti hêzeke dijmin li ser sînorên me bicih bibe.”

Serokwezîrê Îsraîlê piştrast kir jî, beşa bilindahiyên Golanê dê heta-hetayê bi ser Îsraîlê ve bimîne.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Artêşa Îsraîlê red dike ku hêzên wan 25 kîlometran dûrî Şamê mane û tekez kir ku hêzên wan ji herêma tampon derbas nebûne.”

Her di vê derbarê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belev kir, “di çarçeveya wêrankirina çek û kelûpelên mayî yên ku di destê hêzên rêjîma berê de bûn, Îsraîlê ji dema hilweşîna rejîma Esad ve, nêzî 250 êrîşên asmanî li ser xal û navendê leşkerî yên Sûriyeyê pêk anîne.”