Blinken: Waşinton piştgiriya hikûmeta bê ya Sûriyeyê dike

Antony Blinken
Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê welatan pal dide ku piştevaniya piroseya siyasî li Sûriyeyê bikin. Herwesa dibêje, “Gelê Sûriyeyê bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe dide.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (Sêşem, 10.12.2024) ragehand, “Li ser welatan pêdivî ye ku tevlî piştevaniya piroseya bikom û zelaliya siyasî li Sûriyeyê bikin û rêyê li hemî cûnên desttêwerdanên derekî li wî welatî bigirin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di pareke din a gotinên xwe de amaje da wê yekê jî ku, welatê wî piştgiriyeke temam li hikûmeta bê ya Sûriyeyê dike û itîrafê pê dike.

Mihemed Beşîr îro (Sêşem, 10.12.2024), piştî civîna xwe ya bi Mihemed Celalî re ku serokwezîrê dawiyê yê serdema Beşar Esed bû, di daxuyaniyekê de ragehand, “Fermandeyê Hêzên Opozisyona Sûriyeyê ez heta destpêka Adara 2025ê ji bo birêvebirina karûbarên hikûmeta karbirêveber raspartim.”