Nêçîrvan Barzanî: Yekîtiya Afretan hevpareke serekî ya pêşxistina civakeke sivîl e
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê de peyameke pîrozkirinê parve dike.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 11.12.2024) di salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê de peyameke pîrozkirinê parve kir û tê de ragehand, “Di bîranîna 72 saliya damezrandina wê de, ez gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî Yekîtiya Afretên Kurdistanê dikim. Ez rolê wan ê giring di pêşvebirina civakê û bihêzkirina wekhevî û dadperweriyê de bilind dinirxînim.”
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, "Yekîtiya Afretên Kurdistanê ji damezrandina xwe ve li sala 1952ê nîşana xebata niştîmanî û karê berdewam bûye, ji bo bicihanîna mafên jinan û bihêzkirina pêgeha wan di hemî warên jiyanê de.”
Navbirî herwesa got, “Di dema xebata xwe ya dûr û dirêj de, Yekîtiya Afretên Kurdistanê selimandiye ku di pêşxistina civakeke sivîl de hevpareke serekî ye, herdem ji bo bergirîkirina ji mafan û misogerkirina paşerojeke baştir ji bo jinên Kurdistanê çavkaniya hêz û dahênanê bûye.”
Cîgirê Serokê PDKê tekez jî kir, “Em di vê bîranînê de bi rêzdarî renc û qurbanîdana jinan û rolê Yekîtiya Afretên Kurdistanê bibîr tînin û bi temamî piştgiriya xwe ji bo kar û bizavên wê pêxemetî parastina mafên jinan û avakirina civakeke pêşkeftîtir li ser bingeha wekehvî û dadperweriyê tekez dikin.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Silav li tevaya jin û dayik û xûşkên Kurdistanê ku bi dilsozî xizmeta gel û welatê xwe dikin, bila ev bîranîn ji bo berdewambûna li ser karkirinê ji bo bihêzkirina rolê jinan û bicihanîna tevaya maf û daxwaziyên wan palderek be.”