Serok Barzanî: Şûntiliyên Yekîtiya Afretên Kurdistanê di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de diyar in
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi helkeftina salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek parve kir û ragehand, “Yekîtiya Afretên Kurdistanê yek ji destkeftiyên giring ên şoreşa Îlonê ya mezin e û di eynî demê de jî ezmûneke serkeftî ya tevlîbûna jinan di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê de bûye.”
Naveroka peyama Serok Barzanî
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Sikirtêr û Endamên Nivîsîngeha Sikirtarîtiya Yekîtiya Afretên Kurdistanê,
Bi helkeftina salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê, ez bi pîrozbahiyên germ arasteyî we û hemî endamên rêkxistina we ya tekoşer û tevaya jinên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Afretên Kurdistanê yek ji destkeftiyên giring ên şoreşa Îlonê ya mezin e û di eynî demê de jî ezmûneke serkeftî ya tevlîbûna jinan di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê de jî bûye. Yekîtiya Afretên Kurdistanê rêkxistineke têkoşer a nav şoreş û xebata gelê Kurdistanê ye, ku di belavkirina haydarî û avakirina jinan û bergirîkirina ji mafên wan de rolê xwe gelek baş gêraye û şûntiliyên wê di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de diyar in.
Ew hêvî di Yekîtiya Afretên Kurdistanê de heye ku, di qonaxên bê yên jiyana gelê me de, di çarçoveya çanda pêkvejiyanê û medeniyet û wekhevî û nehêlana tundûtîjiya malbatî û civakî de, ji bo bihêzkirina hesta niştîmanperweriyê di nav rêzên xwe de kar bike.