Blinken: Dabeşkirina Sûriyeyê ne di berjewendiya wan de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, dabeşkirina Sûriyeyê ne di berjewendiya wan de ye û divê qonaxa veguhastina desthilatê dest pê bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji rojnamevanan re got, dabeşkirina Sûriyê tê wateya zêdetir koçberî, teror û tundrewiyê, lewma ev hemû senaryo ne di berjewendiya wan de ne.
Blinken got, ew hêvî dike ku Sûriye bi awayekî yekgirtî bipêş bikeve û ji bilî berjewendiyên gelê Sûriyeyê, hemû berjewendî bên danîn li aliyekî û qonaxa veguhêsa siyasî were destpêkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir, ku ew bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, kar ji bo rêgirtin li vegera DAIŞê dikin.
Ev daxuya Blinken di demekê de ye, biryar e ew îro serdana Urdin û sibe serdana Tirkiyê bike û gotûbêjan li ser geşedanên li herêmê bike, bi taybet rewşa Sûriyeyê, piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed û avakirina hikûmeteke demkî bû.