Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin gehiştin Dîmeşqê

Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin
Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî keftina desthilata Beşar Esed ji aliyê çekdarên Bereyê Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Dezgeha MÎTê Îbrahîm Kalin gehiştin Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Dezgeha MÎTê Îbrahîm Kalin îro (Pêncşem, 12.12.2024) gehiştin Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê, wekî serdana yekê piştî keftina desthilata Beşar Esed ê serokê wî welatî.

Tevî destpêka êrîşên Bereyê Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê, hejmareke welatan û medyayên cîhanî amaje da ku, Tirkiye piştevaniya Bereyê Tehrîr Şamê û komên wê dike, tevî ku guhertinên Sûriyeyê bi pilana Amerîka û Israîlê bûne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja Duşema borî, 09.12.2024, di gotarekê de li Koçka Serokatiyê li Enqereyê got, “Serdema tarî ya Sûriyeyê bidawî hat û serdemeke nû li wî welatî dest pê kir.”

Erdogan amaje jî da, “Helwesta Tirkiyeyê li beranberî Sûriyeyê qet li ser bingeha berjewendiyan nebûye, belkî ji aliyê mirovî ve bûye.”

Serokê Tirkiyeyê behsa wê yekê jî kir ku, Rijêma Esed hemî daxwaz û gaziyên Tirkiyeyê ji bo çareseriya siyasî li wî welatî red kirin û rêz li wan pêşengiyan negirt.