Blinken: Me bi Şahê Urdinê re behsa guhertinên Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigehîne ku, li Eqebeyê bi Şahê Urdinê re civiyaye û behsa guhertinên Sûriyeyê kiriye, tevî piştevaniyên Amerîkayê ji bo Urdinê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (Pêncşem, 12.12.2024) li ser tora civakî ya Xê parve kiriye ku, li Eqebeyê bi Şahê Urdinê Ebdila Hisên re civiyaye.

Li dû ragehandina Blinken, her du aliyan di wê civînê de behsa guhertin û pêşhatên Sûriyeyê kiriye, herwesa piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo Urdinê û ewlehî û tenahiya wî welatî jî tekez kir.

Blinken herwesa amaje da ku, bi Şah Ebdila re behsa giringiya veguhastina desthilata tevgir ji bo wê hikûmetê kiriye ya ku bi heza gelê Sûriyeyê tê ser desthilatê.