Blinken: Em li ser paşeroja Sûriyeyê danûstandinan bi Israîlê re kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê amajeyê dide ku, ji bo pêkanîna hikûmeta nû piştevaniya Sûriyeyê dikin. Herwesa dibêje ku, divê li ser çekê kîmyayî li wî welatî piştrastî bê dan.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (Pêncşem, 12.12.2024) di dema derkeftina ji Urdinê û li Balafirxaneya Şah Hisên (Eqebe) ragehand ku, tekezê li ser alîkarîkirina Sûriyeyê ji bo hilbijartina hikûmeta nû li wî welatî dikin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwesa got, “Divê hikûmeta bê tevgir be û li ser bingeha tayîfî neyê pêkanîn, belkî divê mafê tevaya pêkhateyan û jinan bê parastin.” Navbirî pêdivî jî dît ku, di qonaxa bê de piştrastî ji çekê kîmyayî li Sûriyeyê bê dan.
Antony Blinken amaje jî da, “Armanca Waşintonê ew e ku di qonaxa guhertinê de çi hevrikiyeke çekdarî rû nede, xasma ku Tirkiyeyê berjewendî li rojhilata Firatî heye û arêşe bi PKKê re heye.”
Navbirî tekez jî kir ku, armanca wan ew e derfetê nedin DAIŞê careke din serê xwe rake. Ji bo vê meremê jî, ew piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) dikin, xasma jî ku bi hezaran çekdarên DAIŞê di zindanan de ne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê di pareke din a gotinên xwe de amaje da ku, li ser paşeroja Sûriyeyê bi Israîlê re danûstandinan dikin.