Kurdistan24 diçe ser sinorê Sûriye û Libnanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê Dîlan Barzan li Deriyê Mesne’ê, ku deriyê serekî yê navbera Sûriye û Libnanê ye, vediguhêze ku ew derî hatiye daxistin û çi rêkar ji bo hatin û çûna xelkî di navbera Sûriye û Libnanê de nemane.
Peyamnêrê K24ê Dîlan Barzan îro (Pêncşem, 12.12.2024) li Deriyê Mesne’ê yê navbera Sûriye û Libnanê amaje da, “Ji bo ku welatiyên Sûriyeyê biçin Libnanê û herwesa welatiyên Libnanê biçin Sûriyeyê, hejmareke zêde ya deriyan bi Libnanê re hatine vekirin û hêsankarî ji bo hatin û çûna welatiyan tên kirin. Di pênc rojên borî de jî, li deriyan ji ber geştên welatiyan di navbera her du welatan de gelek qerebalix bû.”
Şofêrekî wê derê ji K24ê re got, “Rewşa Dîmeşqê gelek asayî ye û nimûne ye, çi arêşe nînin, xelk di navbera Libnan û Sûriyeyê de hatin û çûnê dike.” Herwesa got, “Di roja yekê ya guhertinan de hatin û çûn nebû, lê di roja duyê de geştên ji Sûriyeyê bo Libnanê hatin destpêkirin. Jin dikarin bi tenê di wê rêyê re geştê bikin, ez bi erebeya xwe diçim her xaleka ez bixwazim.”
Şofêrekî din ê sinorê navbera Sûriye û Libnanê ku xelkê Derayê ye dibêje, “Wekî ku em li Ewropayê bin, rewş gelek asayî bûye. Çi tiştek nîne ku bibe arêşe û rêya xelkî bigire. Me hin arêşeyên xazê û karebê hene, lê rewşa ewlehiyê gelek baş e. Rewşa karebê û xazê jî çare dibe.” Herwesa dibêje, “Hatin û çûna xelkî di navbera Sûriye û Libnanê asayî ye.”
Geştyarekê Derayê bo Libnanê jî got, “Rewş asayî bûye û Sûriye tev de azad bûye, em geştê ji bo Libnanê dikin.”