Blinken: Em bi Tirkiyeyê re paşerojeke baş ji bo gelê Sûriyeyê dabîn dikin
“Em li ser bidawîanîna DAIŞê berdewam in”
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand, “Piştî keftina Rijêma Esed, em dixwazin bi Tirkiyeyê re paşerojeke baş ji bo gelê Sûriyeyê dabîn bikin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (În, 13.12.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Em bizavê ji bo wê yekê dikin ku peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re bihêztir bikin, ji bo ku vê hevpariyê di pirsên cuda cuda de ji bo welatiyên her du welatan bi kar bînin.”
Antony Blinken herwesa got, “Em ji bo danûstandinên li ser rewşa Sûriyeyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiyan, ji bo ku piştî keftina Rijêma Esed em bikarin paşerojeke gelek baş ji bo gelê Sûriyeyê gerentî bikin.”
Navbirî amaje jî da, “Em dixwazin paşerojekê ji bo gelê Sûriyeyê ava bikin ku ew bi xwe bixwazin, danûstandin jî li ser wê yekê hatine kirin ka Amerîka û Tirkiye di vê rewşê de çawa alîkariya Sûriyeyê bikin, em bi vê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re çawa serederiyê bikin û bikarin vê hikûmetê wesa bikin ku mafên jinan, pêkhateyan û hemî gelê Sûriyeyê gerentî bike.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ron jî kir, “Ew çekên kîmyayî yên ku hikûmeta heriftî ya Sûriyeyê li pey xwe hêştine, em hêvîdar in ev hikûmeta demkî bikare bi awayekî bisilamet pûç bike, ji bo ku li ser jiyana welatiyan û vê hikûmetê jî nebin gef û li paşerojê li ser welatên din jî nebe gef.”
Antony Blinken tekez jî kir, “Em dixwazin bi awayekî baş serederiyê bi vê rewşê re bikin ku ji bo Sûriyeyê peyda bûye, herwesa li ser astê navdewletî kar bikin ji bo ku gelê Sûriyeyê ji wan azarên rijêma berê rizgar bikin ên ku bi dehan salan e gelê Sûriyeyê çewsandiye.”
Navbirî herwesa ragehand, “Ji aliyekî din ve li wî welatî bala me li ser rûbirûbûna DAIŞê ye, ku ev çend sal in em li Sûriyeyê şerê DAIŞê dikin û niha jî em li ser bidawîanîna DAIŞê berdewam in. Li dawiyê jî me danûstandin li ser Xezeyê û wan derfetan kirin, ku em bikarin bi temamî agirbestê li Xezeyê rabigehînin û revandiyan jî rizgar bikin.”