Hakan Fîdan: Nabe DAIŞ û PKKê li Sûriyeyê desthilat hebe

Hakan Fîdan
Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê radigehîne, “Xelkê Sûriyeyê ji qeyd û bendên Rijêma Esed rizgar bû.” Herwesa got, “Niha daxwaziya pêşiyê seqamgirî ye.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (În, 13.12.2024) piştî civîna xwe ya bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re li Enqereyê di konferanseke hevpar de got, “Niha daxwaziya pêşiyê ya Sûriyeyê dabînkirina seqamgiriyê û nehêlana terorîzmê ye.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa got, “Nabe DAIŞ û PKKê li Sûriyeyê desthilat hebe.” Herwesa ragehand ku, di civîna xwe de behsa paşeroja Sûriyeyê jî kiriye.

Hakan Fîdan eşkere jî kir, “Em li ser nîgeranî û karên paşeroja Sûriyeyê axiftin, me bal kêşa ser wê yekê ku nabe DAIŞ û PKKê li Sûriyeyê desthilat hebe.”

Navbirî ron jî kir, “Me amaje da nîgeranî û çareseriyên hevpar, herwesa em li ser wê yekê jî hevnerîn bûn ku bi zûtirîn dem li Xezeyê agirbest bê ragehandin.”