Serbazên Sûriyeyê ber bi bingeha Himeymîmê ve xwe vedikêşin

Navenda Nûçeyan (K24) - Karwanê hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê îro (În, 13.12.2024) ber bi bingeha Himeymîmê li Sûriyeyê ve xwe vedikêşin.

Di du vîdyoyên cuda de derdikeve ku, karwanê serbazên Rûsyayê xwe kom kiriye ji bo ku xwe vekêşin bingeha asmanî ya Himeymîmê li peravên Sûriyeyê.

Bingeha asmanî ya Himeymîmê dikeve nêzî bajarê Laziqiyeyê. Piştî serhildana şerê navxwe li Sûriyeyê li sala 2011ê, hêzên Rûsyayê û keresteyên wê yên serbazî li wê bingehê binecih bûne.

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li roja Yekşemê, 08.12.2024, Dîmeşq kontirol kir lê berî ku hêzên opozisyonê bigehin nav Dîmeşqê, seet 4:50 ê serê sibehê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bi balafirê ber bi Rûsyayê ve revî.