Ramî Ebdirehman: Agirbest di navbera HSDê û komên çekdar de nîne

Ramî Ebdirehman
Ramî Ebdirehman

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman radigehîne, “Ji bo rêgirtina li rêtina xwîna welatiyan, biryar e di çend seetên bê de lihevkirinek di navbera komên çekdar û Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de bê kirin.”

Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman îro (În, 13.12.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Heta niha çi lihevkirinek ji bo rawestandina şerî di navbera parên bakur û bakurê rojhilata Sûriyeyê nehatiye kirin.”

Ramî Ebdirehman herwesa got, “Biryar e di çend seetên bê de lihevkirinek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokt (HSD) û komên çekdar de bê kirin, hejmareke serkirdeyên komên çekdar mijûlî wê yekê bûn ku têkdanê di navbera Kurd û Ereban de bikin, lê heta radeyekî zêde rê li wan bizavan hat girtin.”

Navbirî tekez jî kir, “Armanc ji wê lihevkirina ku biryar e bê kirin jî rêgirtina li rêtina xwîna welatiyan li Sûriyeyê ye, herwesa niha rewşa aborî ya Sûriyeyê li beranberî serdema Rijêma Esed gelek baştir e. Sûriyeyî li ser damezrandina hikûmeteke qanûnî kar dikin.”

Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di derheqa hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê de got, “Her îro nêzî 250 barhilgir û erebeyên serbazî yên Rûsyayê li deverên Himis û Dîmeşqê xwe vekêşa Balafirxaneya Himêmiyê.”