Yekîtiya Ewropayê bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re dest bi peywendiyan dike

Alaya Yekîtiya Ewropayê
Alaya Yekîtiya Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî bilind ê Yekîtiya Ewropayê amajeyê dide, “Yekîtiya Ewropayê li van nêzîkan bi berpirs û desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re dest bi peywendiyên diplomasî dike.” Herwesa dibêje, “Peywendî li destpêkê dê li ser astê lijneya karî di navbera her du welatan de be.”

Berpirsekî bilind ê Yekîtiya Ewropayê îro (În, 13.12.2024) bi Ajansa France Pressê re gotiye, “Yekîtiya Ewropayê li van nêzîkan bi berpirs û desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re, ku ji aliyê Desteya Tehrîr Şamê ve serkirdetiya wan tê kirin, dest bi peywendiyên diplomasî dike.”

Wî berpirsê Yekîtiya Ewropayê amaje da wê yekê jî ku, niha li ser awayê wan peywendiyan difikirin û peyama xwe ji bo desthilatdarên nû yên Sûriyeyê dişînin û li benda bersiv û peyama wan in.

Wî berpirsî bal kêşa ser wê yekê jî, peywendî di navbera Yekîtiya Ewropayê û desthilatdarên nû yên Sûriyeyê de dê li ser astê lijneya karî di navbera her du welatan de be.