Kurdistan24 li Şamê dikeve kargeheke madeyên hişbir
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê serdana kargeheke madeyên hişbir a Mahîr Esed li bajarê Dûmayê ku 20 kîlometran dûrî Şamê ye, dike.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Sûriyeyê Enwer Ebdulletîf got ku ew li kargeheke berhemanîna hebên Kaptagonê de ye, ku rasterast bi serpereştiya birayê serokê reviyayî yê Sûriyeyê, Mahîr Esed dihat serpereştîkirin.
Çekdarekî opozisyona Sûriyeyê ji Kurdistan24ê re got: “Ev kargeh li Dûmayê ye û ji aliyê malbata Esed ve tê birêvebirin. Bireke mezin ji hebeyên Kaptagonê tê de hatin dîtin.”
Li gorî agahiyan, kargeh berê kargeha gipsê bû, lê ji aliyê Mahîr Esed ve hatiye desteserkirin û veguheriye kargeha madeyên hişbir.
Washington û berpirsên rojavayî yên di warê kontrolkirina madeyên hişber de dibêjin, Sûriye bûye cihê sereke yê bazirganiya madeyên hişber li herêmê, ku bi milyar dolaran tê texmînkirin.