Li Tirkiyeyê çavê bi milyonan kesan li mûçeyê kêm e

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkîyê ye çavê mîlyonan kes li mûçeyê herî kêm e. Di civînên mûçeyê herî kêm de ve çi biryar derkeve, mehanê çiqas be tê meraq kirin.

Komîsyona Tespîtkirina mûçe herî kêm civîna xwe ya yekem pêk anî. Li ser navê karsazan, Konfederasyona Komeleyên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) û TÛRK-ÎŞ jî ber ku konfederalîzma herî zêde endam bûye, li ser nave karkeran beşdarî civînê dibe. Hat ragihandin ku civîna duyemîn a ji bo zêdekirina mûçe herî kêm wê di 16'ê Kanûnê de bê lidarxistin. Daxuyaniyên endamên komîsyonê yên piştî civîna ji bo zêdekirina mûçee herî kêm bal kişand. Endamên komîsyonê der barê mûçe herî kêm a nû de agahî nedan, têkildarî biryara bi yekdengî peyama yekîtiyê hat dayîn.

Serokê Karmendan ê Şaxa Diyarbekirê Ramazan Tekdemîr ji K24ê re got: “Hejmara ku ji bo helawisan hat gotin û helawisana ku tê hîskirin cuda ye. Him 9 mîlyon kes ahim jî hemu Tirkîyê eleqedar dike. Hejmara mûçeya herî kêm ya nu gere ji bo kirînê destê mirova xurt bike. Ew mûçeya herî kêm hevceye ku derfeta jîyanek xurt bide mirova. Li gorî keda mirova, li gorî xweydana enîya mirova be. Hevce ye ku herî kêm ji %50 zêde bibe.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî der barê pêvajoyê de wiha got: “Me ji bernameya xwe ya aborîyê fêkiya bi dest xist. Em dixwazin vê bernamê xera nekin u li gorî bernameya aborî mûçe herî kêm bigihînin asta herî baş.” 

Endamên komîsyonê diyar kirin ku di dawiya civînê de li ser hejmaran nîqaş nekirin, dibe ku di civîna 3'yemîn de rêjeya mûçee herî kêm a nû were diyarkirin.

Çavê mîlyonan kes li 16 ê Kanunê ye ku wê di civînê de çi biryar bê dayîn û mûçee herî kêm çikas be.

Welatî Îdrîs Kayar: “Mûçeya herî kêm here herî kêm 35 hezar lîre be. Kêmtir xelas nake. Kire mala 15-20 hezar lîre ye. Hevcedarîyên xwarinê jî heye. 35 hezar lîre jî kêm e lê hevcedarîya re tenê têr dike.”

Li Tirkiyeyê yê çavê mîlyonan kes li mehaneya herî kêm e ya nû ye. Di civîna yekem da endamên komîsyonê der barê mûçeya herî kêm de agahî nedan. Civîna duyem jî di 16 ê Kanunê de ewê bê lidarxistin û çavê mîlyonan kes li wê civînê ye ku ewê der barê kîjan hejmaran da bê axaftin tê meraq kirin.

 
Fly Erbil Advertisment