Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê daxwazê dike çek ji YPGê bê standin

Yaşar Guler
Yaşar Guler

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê daxwazê dike ku çekên giran ji YPGê bên standin û ew bi xwe şerê DAIŞê li Sûriyeyê bikin. Herwesa dibêje, “Me ew daxwaz ji Amerîkayê kiriye.”

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragehand, “Heta keftina Rijêma Esed, Amerîkayê li Sûriyeyê helwesteke ron hebû lê niha rewş hatiye guhertin û divê hemî wê rastiyê qebûl bikin ku, nabe piştevaniya Amerîkayê ji bo YPGê berdewam be û divê çekên giran ji wê bên standin.”

Yaşar Guler di gotareke vîdyoyî de got, “Me ji Amerîkayê re ragehandiye ku em amade ne berpirsyarîtiya kempan û şerê li dijî DAIŞê bi stûyê xwe ve bigirin”. Lê Amerîka li ser piştevanîkirina YPGê berdewam e. Navbirî herwesa got, “Hikûmeta nû ya Dîmeşqê rêyê nade YPGê wekî caran serederiyê bike û divê çekên giran jê bên standin.”

Navbirî amaje jî da, “Niha rewşa Sûriyeyê hatiye guhertin û divê hemî alî wê rastiyê qebûl bikin, pêştir petrola Dêrazorê çavkaniya YPGê bû, lê niha keftiye di destê opozisyonê de û YPG jî keftiye di tengaviyê de, ji ber ku armanca serekî ya Tirkiyeyê nehêlana YPGê ye.”

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê herwesa ragehand, “Divê çekdarên biyanî yên nav YPGê ji Sûriyeyê derbikevin, yên ku welatiyên Sûriyeyê ne jî divê çekên xwe danin û awayekê lihevkirinê bi îdareya nû ya Dîmeşqê re vebînin.”

Yaşar Guler herwesa ragehand, “Eger hikûmeta nû ya Sûriyeyê bixwaze, Tirkiye amade ye piştgiriya serbazî pêşkêşî wê bike û ji komên teroristan biparêze.”

 
Fly Erbil Advertisment