Şandiyê diplomasî yê Fransayê serdana Dîmeşqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî 12 salan ji nemana peywendiyan bi hikûmeta berê ya Sûriyeyê re, biryar e şandiyê diplomasî yê Fransayê ji bo cara yekê serdana Sûriyeyê bike û bi desthilatdarên nû yên Dîmeşqê re bicive.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro (Yekşem, 15.12.2024) ragehand ku, şandiyê diplomasî yê wezareta wan bi şandekê re li roja Sêşemê (17.12.2024) serdana Dîmeşqê dike û bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re dicive.
Jean-Noel Barrot amaje jî da ku, armanca serekî ya şandiyê diplomasî yê Fransayê, ku ji çar kesan pêk tê, dê vegerandina xwedîtiya wan li wî welatî û çêkirina peywendiyên destpêkî bi desthilata nû ya Sûriyeyê re û helsengandina pêdivîtiyên niha û bilez ên welatiyên Sûriyeyê li ser astê mirovî be.
Çûna şnadiyê diplomasî yê Fransayê û şanda pê re ji bo Dîmeşqê peywendiya yekê ya wî welatî bi Sûriyeyê re ye, piştî 12 salên nemana peywendiyan ji ber tepeserî û şer û nexweşiyên hikûmeta Sûriyeyê bi serokatiya Beşar Esed li dijî gelê Sûriyeyê.