Îro Yekîtiya Ewropayê bi Opozisyona Sûriyeyê re dicive

Alaya Yekîtiya Ewropayê
Alaya Yekîtiya Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekîtiya Ewropayê îro (Duşem, 16.12.2024) ragehand, “Îro Diplomatkara Bilind a Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas gehişt Dîmeşqê.”

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ragehand, “Em ji nêz ve lidûçûnê dikin, ji bo ku em bizanin serkirdeyên Sûriyeyê çi pêngavekê ji bo paşeroja wî welatî diavêjin.”

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê bi endamên Yekîtiya Ewropayê re di civîna wezîrên derve de got, “Em danûstandinan li ser çawaniya serederîkirina bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re dikin.”

Kaja Kallas herwesa ragehand, “Ew civîn li ser dûrxistina komên opozisyonê ji lîsta terorsitî ya Yekîtiya Ewropayê ye.”

Serokê Birêvebirina Operasyonên Serbazî li Dîmeşqê Ehmed Şer’a (Mihemed Colanî) duhî (Yekşem, 15.12.2024) bi Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir O. Pedersen re civiya û her du aliyan danûstandin li ser rewş û pêşhatên Sûriyeyê kirin.

Medya amajeyê jî didin ku, Şer’a bi Pedersen re herwesa danûstandin li ser pêdaçûna di wê nexşerêyê de kirin ya ku Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li sala 2015ê di derheqa Sûriyeyê de biryara 2252ê derxistibû.

Pirsa vegeriyana aware û penaberên Sûriyeyî jî tewerekî serekî yê wê civînê bû.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir O. Pedersen li roja Yekşemê, 15.12.2024, di serdana xwe ya yekê de piştî nemana Rijêma Esed gehişt Dîmeşqê.