Metirsiya serhildana DAIŞê li biyabanên Dêrazor û Himisê heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî pêşhatên Sûriyeyê û çêbûna valahiya ewlehiyê li deverên biyabanî yên parêzgehên Dêrazor û Himisê, metirsiya serhildana DAIŞê heye. Çavkaniyeke haydar parve kiriye, “Tevî pêşhatên Sûriyeyê û ihtîmala serhildana DAIŞê, HSD hêzên xwe li derdora zindanan dixe di amadebaşiyê de.”

Zindanên Xwêranê li Hesekeyê û zindanên Qamişlo û Eswedê û çend zindanên din, ku bi hezaran zindanî tê de hene, ji aliyê hêzên HSDê ve tên birêvebirin.

Ev ji bilî kempa Holê ku bi sedan malbatên çekdarên DAIŞê tê de hene û bi her guhertineke siyasî re, balansa hêza çekdarî tê guhertin û HSDê jî çavdêriya xwe li ser zindanan zêde kiriye.

Çavkaniyeke haydar parve kiriye, “Bi sedan desteserkirî ji serkirde û çekdarên DAIŞê di zindanan de ne, niha bi pêşhatên Sûriyeyê re metirsiya êrîşa DAIŞê li ser zindanan heye.” Amaje jî daye, “Zanyarên hewalgirî hene ku ew rêkxistin bizavan ji bo rizgarkirina desteserkiriyên xwe dike.”

Wê çavkaniyê tekez jî kiriye, “HSDê di du rojên borî de hêzên xwe xistine di amadebaşiyê de û ji bo ihtîmala her rewşeke ji nişkê ve hêzeke zêdetir şandiye derdora zindanên serekî.” Amaje jî daye, “Hêzên Amerîkayê ji nêz ve çavdêriya wê rewşê dikin û ev du roj in zêdetirî helîkopterekê berdewam li hindav wan zindanan difirin.”

Li dû gotina HSDê, DAIŞê nemana artêşa Esed wekî derfet zaniye û şaneyên wê li deverên biyabanî yên her du parêzgehên Dêrazor û Himisê çalaktir bûne, ev jî metirsiya serhildana DAIŞê zêdetir dike.