Beşar Esed çawaniya derketina xwe ji Sûriyeyê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed daxuyaniyek belav kir û tê de red dike ku wî pêştir plana derketina ji Şamê danîbe û dibêje, ew heta kêliyên dawiyê serperiştiya bereyên şer de dikir.

Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed îro 16ê Berçile ji Moskoyê, Paytexta Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa hîştina desthilatê, şert û mercên derketina wî ji Şamê û çûna bo Moskoyê kir.

Beşar Esed dibêje: “Berî her tiştî ez ne bi awayekî plankirî wek ku dihat gotin derketim derveyê welêt, herwiha ne jî di demjimêrên dawî yên şer de derketim. Belê ez li Şamê mam ku heta serê sibeha roja Yekşemê 8ê Berçileya 2024 li ser erkê xwe mam.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ligel pirbûna terorê di hundirê Şamê de, ez bi hevahengî ligel hevalên Rûsî çûm Laziqiyayê, da ku ji wir serperiştiya şer berdewam bikim.”

Beşar Esed dibêje: “Serê sibê dema gihiştim baregeha Himêmîmê, diyar bû ku hêz ji hemû xetên şer vekişiyane û çeperên dawî yên artêşê ketine. Bi xirabûna zêde ya rastiya meydanî li wê deverê û zêdebûna êrişan li ser baregeha leşkerî ya Rûsî bi xwe bi dronan û ji ber nebûna derketina ji baregehê ji her awayî, Moskoyê êvara Yekşemê, 8ê Berçile ji serkirdayetiya baregehê xwest ku demildest kar ji bo dabînkirina ewlehiyê bo Rûsyayê bike, anku roja piştî rûxandina Şamê û piştî ketina dawîn baregehên leşkerî û di pey wê de felcbûna hemû saziyên dewletê.”

Herwiha got: “Di wan bûyeran de, pirsa penaberî yan vekişînê, ne ji aliyê min û ne ji aliyê ti kes û saziyan ve hatibû rojevê û tekane bijardeya ku hat pêşkeş kirin ew bû ku li hember êrîşa terorîstî di berevaniyê de şer berdewam bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Beşar Esed dibêje: “Wî bi efser û leşkerên artêşa xwe re li ser xetên yekem ên berevaniyê bû û bi dehan metre dûrî terorîstan li germtirîn û metirsîdartirîn deverên pevçûnan rawestiyabû. Ew di salên herî dijwar ên şer de derneketibû û tevî malbat û gelê xwe di çardeh salên şer de, di bin bombebaranan de û metirsiya êrîşên terorîstan de mabû.

Serokê berê yê Sûriyeyê dibêje: “Ez ti carî, ne wan kesên ku li peywiren digerin bûm, min xwe xwediyê projeyek niştimanî dizanî ku piştgiriya xwe ji gelê ku pê bawer bû, werdigirt. Min bi îradeya wî gelî û hêza wî berevanî li dewlet, sazî û bijardeyên wê heta kêliya dawî dikir.