Netanyahu li ser çiyayekî stratejîk ê Sûriyeyê civîneke ewlehiyê dike

Çiyayê Şêx li Sûriyeyê
Çiyayê Şêx li Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê radigehîne, “Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li ser çiyayê Şêx ê stratejîk li Sûriyeyê civîneke erwlehiyê kir.”

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê îro (Sêşem, 17.12.2024) ragehand, “Benjamin Netanyahu li bilindahiyên Colanê civîneke ewlehiyê kir, ku Israîlê piştî destbiserdagirtinê kiriye devereke aram û Neteweyên Yekgirtî çavdêriya hêzên Israîl û Sûriyeyê li wê deverê dike.”

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê, di wê civînê de Netanyahu helsengandineke ewlehiyê li ser rêzeçiyayê Şêx bi Wezîrê Bergiriyê û Serokerkan û Fermandeyê Fermandeya Bakur û Serokê Dezgeha Ewlehiya Navxwe “Şabak” kir.

Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Kats eşkere kir ku, ji bo cara yekê bi Benjamin Netanyahu re serdana pîtika çiyayê Şêx kiriye, piştî ku artêşa Israîlê bi nemana desthilata Esed re kontirol kir.

Çiyayê Şêx dikeve nav axa Sûriye û Libnanê, ji Banyasê û deşta Huleyê li başûrê rojavayê ve heta newala Qernê û newala Tîbiriyayê li bakurê rojhilat dirêj dibe, bi vî awayî mezintirîn û giringtirîn û bilindtirîn para rêzeçiyayên rojhilata Libnanê pêk tîne ku di navbera Sûriye û Libnanê de dirêj dibe.

Ew çiya ji rojhilat û başûr ve jî bi devera Wadî Ecim û herêma Bilanê û gundên rojavayê Dîmeşqê û bilindahiyên Colanê li Sûriyeyê re hevsinor e, li bakur û rojavayê jî bi para başûrê newala Beqa’ê û newala Teymê li Libnanê re.

Wî çiyayî çar pîtik hene; ya herî bilind (2814 M) bi navê Hermonê li Sûriyeyê û ya duyê li rojavayê (2294 M), ya sêyê li başûr (2236 M) li para Sûriyeyê ku ji aliyê Israîlê ve hatiye kontirolkirin, ya çarê jî li rojhilatê (2145 M) ye.

 
Fly Erbil Advertisment