Agirbesta navbera HSD û Tirkiyeyê heta dawiya vê heftiyê tê dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê radigehîne, “Agirbesta navbera HSD û Tirkiyeyê heta dawiya vê heftiyê hat dirêjkirin”. Amajeyê jî dide, “Em nîgeraniyên Tirkiyeyê li Sûriyeyê fêm dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro (Sêşem, 17.12.2024) di konferanseke rojnamevanî de got, “Me danûstandin li ser agirbestê li Minbicê kirine, ku vekêşana HSDê ji bo rojhilatê rûbarê Firatî jî tê de ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, “Em niha bi HSD û hevpeymanên xwe re di danûstandinan de ne, herwesa em nîgeraniyên Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî fêm dikin.”

Matthew Miller ron jî kir, “Agirbesta navbera HSD û Tirkiyeyê heta dawiya vê heftiyê hat dirêjkirin.” Herwesa got, “Em bizavê dikin rêçareyekê ji bo kêmkirina pêşveçûnan peyda bikin, herwesa Waşinton bi awayekî cidî li ser dirêjkirina wê agirbestê ji bo demên bê jî kar dike.”

Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî wê yekê hat ku, duhî navenda ragehandina Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ragehand, “Amerîka di bizavên navbeynkariyê de ji bo ragehandina agirbesta herdemî li her du bajarên Minbic û Kobanê şkestin tomar kir.”