Mezlûm Ebdî: Em bo damezrandina devereke bêçek li Kobanê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk amadebûna hêzên xwe ji bo pêşkêşkirina pêşniyarekê ji bo damezrandina “devereke bêçek” li bajarê Kobanê diyar kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duhî (Sêşem, 17.12.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kir, “Me pabendbûneke mukom ji bo bicihanîna agirbesteke tevalî li seranserî Sûriyeyê heye.”
Herwesa navbirî amadebûna hêzên xwe ji bo pêşkêşkirina pêşniyarekê ji bo damezrandina “devereke bêçek” li bajarê Kobanê jî diyar kir. Tekez jî kir, “Armanca vê pêşengiyê çarekirina nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ye.”
Ev di demekê de ye ku her duhî Fermandarê Serbazî yê Desteya Tehrîr Şamê Murhev Ebu Qesre “Ebu Hesen Humewî” ragehand ku, ew dê aliyê yekê bin ku balê xwe yê serbazî hilweşînin. Ji bo vê meremê jî, pêxemetî berjewendiya giştî ya Sûriyeyê, vê pêşengiyê dikin.
Murhev Ebu Qesre amaje jî da ku, deverên li bin desthilat û kontirola Hêzên Sûriyeya Demokratîk vedigerin bin desthilata birêveberiya nû ya welêt. Tekez jî kir ku, her awayekê federaliyê li Sûriyeyê red dikin.
Navbirî herwesa got, “Gelê Kurd yek ji pêkhateyên Sûriyeyê ye û arêşe bi gelê Kurd re nîne, belkî bi serkirdeyên HSDê re ye.” Gelek caran dubare jî kir ku, Sûriye nayê parvekirin û çi awayên federalî jî qebûl nakin.
Ji aliyekî din ve jî Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller her duhî di konferanseke rojnamevanî de got, “Me danûstandin li ser agirbestê li Minbicê kirine, ku vekêşana HSDê ji bo rojhilatê rûbarê Firatî jî tê de ye.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, “Em niha bi HSD û hevpeymanên xwe re di danûstandinan de ne, herwesa em nîgeraniyên Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî fêm dikin.”
Matthew Miller ron jî kir, “Agirbesta navbera HSD û Tirkiyeyê heta dawiya vê heftiyê hat dirêjkirin.” Herwesa got, “Em bizavê dikin rêçareyekê ji bo kêmkirina pêşveçûnan peyda bikin, herwesa Waşinton bi awayekî cidî li ser dirêjkirina wê agirbestê ji bo demên bê jî kar dike.”
Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî wê yekê hat ku, duhî navenda ragehandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragehand, “Amerîka di bizavên navbeynkariyê de ji bo ragehandina agirbesta herdemî li her du bajarên Minbic û Kobanê şkestin tomar kir.”