Erdogan ji Civaka Navdewletî dixwaze li ser avedankirina Sûriyeyê alîkar bin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Mîrê Qeterê li Enqereyê dicivin û danûstandinan li ser pêşhatên Sûriye û deverê dikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî (Sêşem, 17.12.2024) êvarê li bernaberî Koçka Serokkomarî û di merasîmeke fermî de pêşwaziya Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî kir.
Piştî temambûna merasîmên pêşwazîkirinê, civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî li dûrî çavên medyayan hat kirin.
Di wê civînê de, Serokkomarê Tirkiyeyê û Mîrê Qeterê danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî, pêşhatên Sûriyeyê û deverê, şerê Xezeyê û çend pirsên din kirin.
Li dû ragehandineke Serokatiya Komara Tirkiyeyê, Erdogan di çarçoveya wê civînê de ragehandiye ku welatê wî bi gel û hikûmeta Sûriyeyê re ji bo parastina yekparçeyîya axa wî wlatî û hevgirtina pêkhateyan radiweste.
Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, Erdogan daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ku li ser piroseya avedankirina Sûriyeyê alîkar bin.