Şera: Em naxwazin Sûriyeyê bikin kopiyeke Efxanistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera ragihand, Sûriye ji şer westiyaye û ti gefê li cîranên xwe û welatên rojava nake.
Di hevpeyvînekê de ligel edîtorê BBC yê navdewletî Jeremy Bowen li Şamê, Ehmed Şera daxwaza rakirina sizayên li ser Sûriyeyê kir.
Şera got, divê Heyet Tahrîr El-Şamê li gorî senifandina Neteweyên Yekgirtî, Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê, ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.
Heyet Tehrîr El-Şam weke girûpeke parçebûyî ji El-Qaîde bi navê Bereya Nusreyê dest pê kiribû, di sala 2016an de jî navê xwe guherî bû.
Şera got, wan sivîl û deverên sivîlan armanc nekirine, belku ew xwe wek qurbaniyên tawanên rêjîma Esed dibînin. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, divê bi qurbaniyan re wek zaliman serederî neyê kirin.
Şera red kir ku ew dixwaze Sûriye bibe kopiyek ji Efxanîstanê û got, ew her du welat ji hev cuda ne û kevneşopiyên wan ên cuda hene, ji ber ku Efxanistan civakek eşîrî ye.
Fermandarê Giştî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê di hevpeyvîna xwe ya bi BBC re tekez kir, Sûriye xwedî zihniyeteke cuda ye, ev jî nîşan dide ku baweriya wî bi perwerdekirina jinan heye.