Mesrûr Barzanî û Nûnerê NY li Iraqê tekezî li ser aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Berçile pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û Serokê Şandeyê (UNAMI) Mihemed El-Hessan kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û nehiştina encamên nerênî yên nakokî û aloziyên li navçeyê de hevnêrîn bûn.

Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî, tekezî li ser giringî û pêwîstiya rêzgirtin û parastina mafên pêkhateyên cuda û di nav wan de jî gelê Kurd hate kirin.

Di mijareke din a guftûgoyan de, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û dabînkirina mafên destûrî û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hate kirin.